Ragehandina Navendî ya ENKSê berçavrûniyek belavkir

Ragehandina Navendî ya ENKSê berçavrûniyek belavkir

PDK-S: Ragehandna navendî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ragehand, ku emîndarya giştî ya ENKSê tu daxuyanî piştî bi dawî hatina civîna xwe ku roja Pênşema bûrî hate lidarxistin belav nekirine .

Ragehandina navendî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di berçavrûnyekê de ragehand, ku ew nûçeya di torên civakî de hatiye belavkirin û têde daxuyaniyek bi navê emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hatiye belavkirin , dûre ji rastiyê , û mebest jê duristkirina çewaşekarî û armanckirina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ye .

Herweha di berçavrûniyê de hatiye, ku peywendî li gel serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hatiye kirin , û serokê ENKSê nûçe redkirin , û gotiye ku dûre ji rastiyê .