ENKS li Qamişlo civiya

ENKS li Qamişlo civiya

PDK-S: Roja Înê 26. 12. 2019, emîndariya giştî ya Encûmana Niştîmanîya Kurdî li Sûriyê bi serokatiya serokê encûmanê û desteya serokatiyê li bajarê Qamişlo civiya.

Civîna emîndariya ENKSê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û hinek nûnerên Yekîtî û serbixweyan bi rêveçû.

Di civînê de dawîn pêşhate li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hatin gotûbêjkirin .

Herweha encûmanê destipêşxeriyên yek xistina gotara siyasî Kurdî di vê dawiyê de û rewşa rêxistinî ya taybet ya encûmanê jî bas kir .