Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî germtirîn pîrozbahiyê li hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û ji bo wan hêviya xêr û xweşiyê dixwazim. Li vê helkeftê da bi pêwîstî dizanim spasî xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê bikim ku li qonaxên cûr bi cûr da bi rûyê gefan da rawestan û dijwarî û zehmetiyeke zêde dîtin.

Spas ji bo xwedayê mezin û cangoriya Pêşmerge û xweragiriya xelkê, niha Herêma Kurdistanê berev geşbûn û çaksazî û aramiyê ve hengavan diavêje. Bi li berçav girtina wê rewşa nebaş ku li Iraqê da heye, em herdem xwazyarê çareserbûna kêşeyan û jiyanekî serbilindane ji bo hemû xelkê Iraqê bûne û li salên derbasbûyî de gelek car me hişyariya ewe daye ku Iraq berev hildêrê ve diçe û me tekez li wê yekê kiriye eger bingehên hukmekî medenî û destûr neyê bi cîh kirin Iraq tûşî çarenivîsekî nediyar dibê.

Niha jî bi dilgiraniyeke zêde ve girjî û rûdan û pêşhatên vê dawiyê ya Iraqê dişopînîn. Li vê baweriyêdayîn ku nabê aliyên Iraqî rê bidin welatê wan bibê qada yekalîkirina girift û gengeşe û berjewendiyên xelkeke din. Her wiha bi hemû awayekê piştgîriyê li daxwazên rewayên xwepêşanderan û vegerana aramî û rasterêbûna proseya siyasiya Iraqê dikîn û li gel her guhertinek dayîn û yarmetîderê her rêyek dibîn ku bibê sedema çareserbûna kêşeyan û pêkanîna dadperwerî û daxwaziyên xelk. Li gel wan hemûyan da jî her hewlek red dikîn ku bibê sedema paşvekêşiya demokrasiyê yan ewê maf û destkeftê pêkhatan û gelê Kurdistanê bixe bin gefan ve. Ji ber ku sedema serekiya giriftên Iraqê binpêkirina destûr û îdaredana şaş û takrewî bûye neku maf û destkeftên gelê Kurdistan û pêkhatan.

Di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û karubarê Hikûmeta Herêmê, piştgîriya bername û karê Serokayetiya Herêmê û Parlemen û Hikûmeta Herêmê dikîn ji bo birêvebirin û çespandina çaksaziyê ku daxwaziyên xelkê Kurdistanê û zêdetirê aliyên siyasiyane. Her wiha tekez jî li ser bihêztir kirina bingehên pêkvejiyan û kûrtirkirina wê çanda bilinda gelê xwe dikin ku bûye sedema tebayî û aştî û birayetiya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û vê pêkvejiyanê wekî bînahiya çavên xwe diparêzîn.

Li dawiyê da hêviya wê yekê dixwazim sala nû sala xweşî û bexteweriyê bê, ji bo hemû hemwelatiyên Kurdistan û Iraqê û aştiya giştgîr li navçeya me û cîhanê da pêkbê.

Mesûd Barzanî
31.12.2019