Serokwezîrê Kurdistanê piştevaniya xwe bo Mistefa Kazimî ragihand

Serokwezîrê Kurdistanê piştevaniya xwe bo Mistefa Kazimî ragihand


PDK-S: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe bo Mistefa Kazimî yê ku ji bo pêkanîna kabîneya nû hatiye erkdarkirin, diyar kir.

Îro Pêncşema 09.04.2020ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de li gel serokwezîrê ku hatiye erkdarkirin bo avakirina hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî, piştevaniya xwe bo erkdarkirina wî nîşan da.

Herwaha Mesrûr Barzanî diyar kir ku ewê li gel hev kar bikin bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, ew jî li ser bingehê destûra mayînde ya Iraqê.