7 sal in, 8 efserên Kurd revandî ne, û çarenivîsa wan nediyar e

7 sal in, 8 efserên Kurd revandî ne, û çarenivîsa wan nediyar e

PDK-S: 7 sal in û her 8 efserên Kurd yên ji rêjîma Sûriyê cuda bûne bê çarenivîs in, tevî ku li herêmên di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de hatibûn binçavkirin, û di 16 Nîsana 2013an nûçeyên wan hate birîn, lê PYDê dan bi hebûna wan efseran di zindanên xwe, yan jî radestkirina wan ji rêjîma Sûriyê re nake.

Piştî şoreşa Sûriyê û ji ber ku artêşa rêjîma Sûriyê bi karê sitemkarî û binpêkirinan derheqê gelê Sûriyê de radibûn; bi hezaran ji efser û çekdar ji artêşa rêjîmê cuda bûn, herwiha bi hezaran ji kurdên ku di leşkeriya rêjîma ya neçar û kesên xwebexş veqetiyan.

Di meha Nîsanê /2013an 8 efserên kurd ji artêşa rêjîmê cuda bûn, û biryara hatina Herêma Kurdistanê dan, piştî ku xwe gihandin bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku di wê demê û ta niha jî ew bajar di bin destê PYDê de ye, dengûbasên wan hatin birîn.

Efserên kurd ev in :

Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye

Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye

Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye

Eqîd Mihemed gule Xêrî ji bajarê Efrînê ye

Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye

Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye

Neqîb Hisên Bekir ji bajarê Efrînê ye

Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye

Li gor çalekvan û siyasetmedaran ku PYDê bi karê binçavkirina efserên kurd rabûne û ne dûr ku radestî rêjîmê kiribe.

Lê pirsa ku tê kirin gelo PDYê bi niyaza xwe ya pak wek çawa DAIŞ serbest berdide, dê her heşt efserên Kurd jî serbest berde? yan herî kêm danpêdan bi radestkirina wan ji bo rêjîmê bike? ji ber ku ew berpirs di ber windakirina wan de ye ku li herêmeke di bin destê wan de hatibûn binçavkirin û windakirin.