Di encama teqînekê de li Hesekê kuştî û birîndar ketin
PDK-S: Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê , teqînek hate rûdan , û di encamê de kuştî û birîndar ketin.
Jêderek xwecehî ragehand ku îro Sêşemê 01. 06. 2021, motorsîklek bumbekirî li nêzî filkeya Elxezil li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya .
Weke heman jêderê daye xuyakirin, ku di encama wê teqînê de welatiyekî sivîl canê xwe ji dest da , û 3ê kesên din jî birîndarbûn ,yek ji wan zaroke.