Boris Johnson vegeriya ser karê xwe
PDK-S: Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ji 6ê Nîsanê vir ve cara pêşî çû avahîya serokwezîrîyê ya li Downing Streetê.
Johnson yê 55 salî bi vîrusa korona ketibû û ser giranbûna nexweşîya wî ew li nexweşxaneyê xistibûn beşa çavdêrîya krîtîk.
Ew di 12ê Nîsanê de ji nexweşxaneyê derketibû û li avahîyeke serokwezîrîyê ya 65 kîlometre dûrî Londonê dima.
Li ber e ku Johnson roja Duşemê seroktîya civîna wezîran bike.
Heta niha, li şûna Johnson, Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab kar dikir.