Serok Barzanî: Em ji ber êrîşa ser pêkhateyên Kurdistanê dilgiran in

Serok Barzanî: Em ji ber êrîşa ser pêkhateyên Kurdistanê dilgiran in

PDK-S: Îro Yekşema 10.05.2020an Serok Mesûd Barzanî peyamek bo raya giştî ya Kurdisitanê belav kir û tê de ragihand, “ew êrîşa nerewa ya ku li ser pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê tê kirin, cihê xemgînî û dilgiraniya me ye.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Ew êrîşa nerewa ya ku li ser pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê tê kirin, cihê xemgînî û dilgiraniya me ye.

Ji ber wê jî radighînim ku em bi hemû şiyanekê piştgîriyê li wan dikin û ew pêkhateyên Kurdistanê beşekî veneqetyayî yê gelê Kurdistanê ne û hemû mafên wan parastî ne.”