Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Îbrahîm Nayif Paşa kir
Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Îbrahîm Nayif Paşa kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdar Îbrahîm Nayif Paşa
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Îbrahîm Nayif Paşa Serok Hozê Koçerên Mîran gihîşt me.
Sersaxiyê li tevahiya malbat û xizim û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Îbrahîm bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
18.05.2020