Rênmeyên nû derbarê vegera seredanvanan bo Rojavayê Kurdistanê

Rênmeyên nû derbarê vegera seredanvanan bo Rojavayê Kurdistanê

PDK-S: Ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demkrata Kurdistan SûriyaPDK-Sê, rênemayên nû derbarê seredana mêvanên ku li Herêma Kurdistanê asî mane ji ber qedexeya hatin û çunê û vegera wan bo Rojavayê Kurdistanê eşkere dike .

Ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demkrata Kurdistan SûriyaPDK-Sê , ragehand di berdewamiya hemahengî û peywendî bi berpirsên wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê re dergehê pêşabûr Sêmalka li pêşiya ew kesên ku bi seredan ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn Herêma Kurdistanê, û asê mabûn ji ber qedexeya çûnûhatinê hate vekirin , û serbar kir ji bo rêkxistina proseya vegera seredan mêvanan bo Rojavayê Kurdistanê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê biryar da, ku îdî ew kesên ku bseredan hatbûn Herêmê û asê mane dikarên di herdu rojên Yekşemê û çarşemê di rêya dergehê pêşabûrê vegerên Rojavayê Kurdistanê .

Heman ofîsê da zanîn, ku li gorî biryar û rênmayên nû ya wezareta navxwe ew kesên niha li herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê dimînin û kertên seredanê bi wanre heye û dixwazin vegerên Rojavayê Kurdistanê divê li pira Çemê ya ku dikeve ser ya Hewlêr Duhok kom bibin da ku ji aliyê asayşa Herêmê ve werne şandin bo dergehê pêşabûrê û vegerên Rojavayê Kurdistanê .