Mercên lihevhatinê yên malbatên komkujiya Amûdê bi YPGê re çi ne?
PDK-S: Malbatên şehîdên komkujiya Amûdê, îro 27ê Hizêrana 2020an, daxuyaniyek belav kir, tê de mercên lihevhatinê bi YPGê re eşkere kirin.
Di daxuyaniya malbatên şehîdên Amûdê 3 merc danîne da ku lihevhatin bi YPGê re çê bikin.
Yekem merc ew e: Dadgehkirin û sizekirina serkirdeyên siyasî yên PYDê ku di wê demê de ew biryar dabûn.
Duyem merc: Dadgehkirin û sizekirina fermandarên leşkerî yên YPGê, ku di wê demê de tawan ci bi cî kirin.
Sêyem merc : Daxwza lêbûrîna fermî û bi eşkere li pêş rojnamegeriya giştî ( TV, Radiyo, Rojname) ji şêniyên Amûdê bi giştî , û bi taybetî ji malbatên şehîdan re.
Îro, salvegera heftan ya komkujiya Amûdê ye. Ku bi destê PYDê hatibû pêkanîn, di encamê de 6 welatiyên Amûdê şehîd bûn.