Naveroka nameya Serok Barzanî ji ENKSê re

Naveroka nameya Serok Barzanî ji ENKSê re

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî nameyek spasiyê ji Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî re şand di nameya serok de weha hatiye:

Em spasiya we li ser pîrozbahiyên bi helkefta bîranîna 74an ya damezrandina Patiya Demoqrata Kurdistanê dikin, ew partiya ku serkêşiya tevgera azadîxwaza Kurdistanî di serdema niha, bi rêbertiya Barzaniyê nemir kir, ku bingeha ezmûna me li ser rêbaza wî ya netewî û niştîmanî ye.

Di dema ku em vê helkeftê tînin bîra xwe, em rewana xebatkarên me yên di ber Kurd û Kurdistanê de şehîd bûne silav dikin.