PDK-Sê birûskeke serexweşiyê bi bona oxirkirina Baba Şêx belavkir

PDK-Sê birûskeke serexweşiyê bi bona oxirkirina Baba Şêx belavkir

PDK-S: Ofîsa peywendiyên niştîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-S, bi boneya koça dawiya baba Şêx bavê rohî yê ola Êzîdî birûskeke behîdariyê belavkir.

Di birûska serexweşiyê de ofîsa peywendiyên niştîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-S , got ku bi xembarî nûçeya oxirkirina baba Şêx bi me gehşit , ku tevaya jiyana xwe terxan kirbû ji bo berevaniyê diber doz û neteweya kurdên Êzîdî de .

Herweha di birûska behîdariyê de hatiye, ku baba Şêx berdewam rûbrwê wan hewlan dibû, ku mebest jê dûrkirina kurdên Êzîdî ji netewa kurdî , û berdewam gotina serok Barzanî dubare dikir, ku gotbû Êzîdî kurdên resenin.

Di dawiya birûska serexweşiyê de ofîsa peywendyên niştîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-S hêvî xwest cihgirê baba şêx heman rêbaz û şopê bigre ber .