Endamekî Xwecehiya Dirbêsiyê koça dawî kir

Endamekî Xwecehiya Dirbêsiyê koça dawî kir

PDK-S: Roja Înê 24. 12. 2021, endamekî xwecehiya Dirbêsiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê koça dawiyê kir û encûmena xwecehî bi merasîmên bixak spartina endamê xwe rabû.

Encûmena xwecehiya Dirbêsiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê merasîmên bi xak spartina xwedê jê razî Hemîd Hec Mûsa Sîno birêkxistin kir, ku Hemîd Hec Mûsa Sîno endamekî xwecehiyê bû, û bi beşdariya endamên xwecehiya Dirbêsiyê û kes û karên wî, heval û dostên wî û kesayetên siyasî li gundê Şorê yê Rojava li gundewarê Dirbêsiyê bixakê hate spartin.