Xwecehiya Ş.Nesredîn Birhik ya ENKS ê serokatiyeke nû hilbijart

Xwecehiya Ş.Nesredîn Birhik ya ENKS ê serokatiyeke nû hilbijart

PDK-S: Encûmena xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan civiya û serokatiyeke xwe ya nû hilbijart.

Roja Înê 02. 10. 2020, encûmena xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan ya ser bi ENKSê ve li ofîsa xwe ya Çil Axa civîneke normal lidarxist têde piştî xwendina raportên civînên şaxan û gengeşekirina wan rewşa rêxistnî û siyasî hate gengeşekirin.

Herweha di civînê de encûmenê serokatiyeke nû ji xwere hilbijart ku Elî Ferso wekû serokê nû, û Mihmed Emîn Ehmed û Behzad Murad wekû cîgir hatine hilbijartin.