El Herîrî êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdayê şermezar kir

El Herîrî êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdayê şermezar kir

PDK-S: Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an, serokê Hevpeymaniya Opozisiyona Sûriyê Nesir El Herîrî, êrîşa li ser bargeha PDKê li Bexdayê şermezar kir.

Herîrî tiwîtek belav kir û tê de got: Êrîşa li ser baregeha Partiya Dîmokarî Kurdistanî û şewtandina wê kareke şermezariyê ye û armanckirina dezgehên siyasî di bin tu buhaneyan de nayê pejrandin, û kesên li pişt van kiryaran dijminê Îraq û gelê wê li deverê ne.

Herwiha Herîrî serbar kir ku pencemorên handana Îranê eşkere ye, û êdî bêdengî li ser kiryarên wê yên xerab nayên pejrandin.

Îro alîgirên Heşda Şe'bî êrîşê baregeha PDKê li Bexdayê kir û baregeh şewitand, herwiha ala Kurdistanê anîn xwarê û şewtandin.