Ofîsa PDK-Sê li Herêma Kurdistanê êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdadê Şermezar kir

Ofîsa PDK-Sê li Herêma Kurdistanê êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdadê Şermezar kir

PDK-S: Ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê li Herêma Kurdistanê êrîşa mêlîseyên Heşda Şebî li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistan PDKê li Bexdayê bi tundî şermezar kir, û daxwaz ji desthilatdarên Iraqê kir, ku sînorekî ji kiryarên van girûpên çekdar re deyne .

Ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê di daxuyaniyekê de behsa êrîşa bi sedan ji endamên girûpên Heşda Şebî li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistan PDKê dike, û dibêje eve diyardeyeke metirsîdare, ku bi vî awayî Heşda Şebî êrîşî bargeha PDKê kiriye, û kel û pelên wê şewitandine, û Ala Kurdistanê ya pîroz û wêneyên sembolên kurdan şewitandin e, û ev kiryar li pêş çavên polîs û aliyên emnî û ewlehiyê li Bexdadê û nêzîkî bargehên hikûmetê hatine encam dan .
Herwisa di daxuyaniya PDK-Sê de hatiye , em vê êrîşa tirsonek bi tûndî şermezar dikin û em binpêrkirina wan ji Ala Kurdistanê re weke bê rêzî û sivkatiyeke ji hemî miletê kurd re dizanin .

Li gor daxuyaniya ofîsa PDK-Sê ev êrîş mîna derbeyekê ye ji yekrêzî û hevbariya Iraqê û pêkve jiyanê re ye .

Di dawiya daxuyaniya xwe de ofîsa Herêma Kurdistanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û desthilatdarên Iraqê kir, ku sînorekî ji van girûpên çekdar re deyne û tawanbaran radestî dadgehê bikin daku bigihen sizayên xwe.