Şandeke ENKSê pêşwaziya Cîgirê şandiyê Amerîkî David Brownstein kir

Şandeke ENKSê pêşwaziya Cîgirê şandiyê Amerîkî David Brownstein kir

PDK-S: Roja Duşemê 19ê Nîsana 2021, şandek ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê , ku ji Dr. Ebdulhekîm Beşar, Ibrahîm Biro, Seîd Omar pêk dihat, pêşwaziya Cîgirê şandiyê Amerîkî David Brownstein, û şanda pê re kir, ku ji berpirsê Siyasî ya Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê Morgan Hall û endamê Beşê Siyasî Mark Redmon pêk hatibû .

Di civînê de rewşa Sûriyê, proseya siyasî li Cenêvê, dîtina Amerîka ji çareseriya rewşa Sûriyê re û rewşa deverên di bin kontrola QSD de hatin gotûbêjkirin.

Her du alî hevnêrîn bûn ku şerê li Sûriyê û rewşa aborî, rewşa siyasî zêdetir aloz dike, xizmeta çareseriya siyasî ya Sûriyê nake, û nakokiyê di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de zêde dike.

Şanda ENKSê di civînê de tekez kir, ku ew her şêwazeke guhartina demografî red dike.

Derbarê dîtina Amerîka li ser rewşa rojhilatê Firêt de, şanda Amerîkî tekez kir, divê nûnertiyeke hevseng û hevpariyeke rasteqîne ya hemû pêkhate û hêzên siyasî di rêveberiya wê herêmê de hebe û tekezî li ser beşdariya ENKSê di rêveberiyê de kir.

Ji aliyê xwe ve, şanda ENKSê tekez kir, vegerandina jiyana siyasî, aramî, vegera koçberan, redkirina guhartina demografî û vegera Pêşmergeyên Roj, gerentiya hevsengiyê li wê herêmê dide.

Herwiha ENKSê destnîşan kir, herêmên kurdî taybetmendiyên wê yên netewî hene û divê li ber çavan bê girtin.

Şanda ENKSê daxwaz ji aliyê Amerîkî kir, piştevaniyê li mafên kurdî yên rewa di platformên Navdewletî û proseya siyasî ya Cenêvê de bike.