Nemir Mela Mustefa Barzanî

Nemir Mela Mustefa Barzanî

Nemir Mela Mustefa Barzanî
Mahir Hesen


Nemir Mella Mustefa Barzanî , Rêberê nexşe rêya çarekirina doza Kurd , hevpar bû li gel rezgarxwaziyên Maf bo hebûna gel û axa Kurd û çarekirina pirsa Welatên Dagirker ( Sûriye , Tirkiye , Iran û Iraq ) li kurdistan li gorî peymanên navdewletî yên ku mafên netewan misoger dikin , û kervirê Dibistana şoreşgeran û binyatê mezin ya Partiya Demokratî Kurdistan li rojhilatê welat danî , ku Partî şaxên xwe li her car parçeyan mezintirin rêxistinin bo bizava bidestveanîna û fermî kirina maf dixebitin .

Barzaniyê Nemir hember bêdadayetî û binpêkirina Kurdan xwedî berxwedanek berdewam bû , û li ser xebata Şêx Ebdulselam Barzanî bi rê ve çû . Ku Sala 1936ê Zayînî dema Etaturik dixwest doza kurd li bakurê welat vemirîne û têk bibe , Şêx Ebdulselam Barzanî bi mermera harîkariya Kurdên li Tirkiye ve çû wê deverê . Wisa ku Barzaniya Sînor nas nedikirin û cihê ku steman çavsorî li kurdan dikirin , Barzaniya xwedî li wa derketine . Tevî ku Şêx Ebdulselam hat kirtin birayê wî Şêx Ehmed li carenûsa kurda geriye . Barzaniya çi dema bendî û koleyî nas nekirine . Nemir Mela Mustefa mirovekî têgihiştî bû û bi zimanê Farisî , Erebî , û tirkî û kurdî di axifî . Xwedî bandor bû , gotina wî wiha bû ( heta ev Tiving li destê min e , ez xwedanê xwe me . Xizmetkarê hîç hêzekê û Hikumetekî nînim , ne Inglîz , ne Emrîka , ne rosiye )

Barzanî kar bi zîrekî û wêrekî dikir , û tim bi hizir bû dewleta kurdistanê damerzîne , û jiyana Mela Mistefa Barzanî bi şer û ceng û sergun û koçberî û wêranî û trajediyên giran û mezin dakirtiye , jiyana wî kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd e .

Nemir Mistefa Barzanî , bi Omîd û hêviyên xwe , bi nefspiçûkatî û sebr , bi xweşî û nexweşiyên xwe,bi welathez kirin û perwerî , bi têkoşîneke bêwestan, bi Qehramanî û mêrxasiya xwe ve hatiye hûnandin .

Rêbaza Mela Mistefa Barzanî, berdewamiya xebat û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî ye , û piştî gelek êş û zilm û kotekiyê ve, bi têkoşîna Pêşmergeyên qehreman û Nemir Barzanî îro li Kurdistanê bi awayekî serfirazî Ala netewî li ba dide û ber biserxweyê û dewletê ve diçe di bin saya Serok Mesûd Barzanî .