Serok Barzanî pîrozbahiyê li Joe Biden dike

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Joe Biden dike

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden kir.

Serok Barzanî di twîteke xwe de got, "Ez pîrozbahiyê li hevalê xwe Joe Biden serokê bijartî yê Amerîkayê dikim.

Serok Barzanî ragihand, hêvîdar im di dema Joe Biden de cîhana azad aştî û aramiyê bibîne.

Medyaya Amerîkayê vê êvarê ragihand, Joe Biden di hilbijartina Amerîka de bi ser ket û bû 46emîn Serokê Amerîkayê.