Yekîtiya Ewropî sizayên nû li ser çend kes û dezgehên piştevaniya rêjîma Sûriyê sepand

Yekîtiya Ewropî sizayên nû li ser çend kes û dezgehên piştevaniya rêjîma Sûriyê sepand

PDK-S: Duh, Duşemê 22ê Çile 2024, Yekîtiya Ewropayê çend kes û dezgeh xiste nav lîsteya sizayên xwe yên girêdayî rewşa niha ya Sûriyê.

Li gorî Reutersê, di lîsteyê de şêwirmendê aborî yê serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, 3 karsazên navdar ên ku piştevaniya rejîmê dikin û sûdê jê werdigirin, û 2 kesên ser bi malbata Esed ve hene.

Pênc kompanî ku ketine lîsteya cezayan ev in: "El-Dec Group, Cham Wings, Al-Tair El-Hur û dezgeha Geştûguzariyê, dezgeha Veberhênana Taybet a Îloma û dezgeha El-Aqîle."

Yekîtiya Ewropî diyar kir, ku hin ji van saziyan di veguheztina kirêgirtiyên sûrî, bazirganiya çekan, qaçaxçîtiya madeyên hişber, an şûştina pereyan de, ku piştgiriya çalakiyên rêjîma Sûriyê dike, hene.

Li gorî van cezayan, ev kes û dezgehên niha li welatên endamên Yekîtiya Ewropî di bin dorpêçkirina fon û samanên wan ên darayî yên din de ne, û saziyên di Yekîtiyê de qedexe ne ku darayî an çavkaniyên darayî ji wan re peyda bikin.