Peyama Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna jidayikbûna Hezretî Mesîh de (silavên xwedê lê be), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mesîhiyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Bîranîna ji dayikbûna Hezretî Mesîh “Silavên xwedê lê bê” li xûşk û birayên Mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê bi germî pîroz dikim, cejn û pişûyekî xweş û aram ji bo wan dixwazim. Hêvîdarim ev cejin tebayî, aştewayî, lêborînî û hevdû qebûlkirina zêdetir li Iraq, navçeyê û cîhanê, ji bo tevahiya mirovayetiyê li gel xwe da bîne.

Mixabin îsal li Herêma Kurdistanê jî wekî hemû cîhanê ji ber pejika Kovid – 19 ve, rêwresmên mezinê cejnê nayên encamdan, lê belê bêguman bîranîna ji dayikbûna Hezretî Mesîh bi rûmetê ve li dilê hemûyan da vedike û bilind tê ragirtin. Hêvîdarim bîranîn û cejnên me yên paşerojê li rewşên baştir da bigêrîn.

Di vê salvegera pîroz da dûpat dikîn ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landika tebayî û firehî û pêkvejiyanê hemû pêkhatên wê û bi mal û niştimana xûşk û birayên Mesîhî jî dimîne. Em hemû pêkve bi tebayî, yekrêzî, xweragirî û qurbanîdanê, me rojên dijwar û kêşe û qeyranên berê birêkiriye, bi heman awayî ev rewşa dijwar û pejik û qeyranan jî derbasdikîn û paşerojeke baştir çaverêya me ye.

Welatiyên Mesîhî piştrast dikîn ku berdewam dibîn û hemû hewl û şiyanek didîn bo ku navçeyên wan yê ziyanberketiyên li şerê dijî terorê da avadan bikîn û şûnewarên şer li ser wan de nemîne, heta koçberên wan bikarin vegerin û aramî, jiyan, piştrastî û geşbûnê li gel xwe da bibin, careke din koçber nebin û hemû mafên wan parastî be.

Cejna ji dayikbûna Mesîh û sala nû ya zayînî li hemûyan pîroz bê, hemû salek bi xweşiyê.