PDK-Sê raporta xwe ya mehane ya Çileya 2020an belav kir

PDK-Sê raporta xwe ya mehane ya Çileya 2020an belav kir

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, raporta xwe ya mehane ya Çileya 2020an belav kir, têde rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û danûstandinên kurdî gengeşe dike û tekeziyê li ser rijdbûna xwe di serkeftina danûstandinên Kurdî Kurdî de kir.

Herweha PDK-Sê di raporta xwe de daxwaz ji fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê kir weku aliyekî gerentor di danûstandinan de sînorekî ji binpêkirin û helwêst û lêdwanên hin serkerdeyên PYDê re derbarê dijatiya wan ji ENKSê û hewlên jinavbirina danûstandinan re deyne.

Derbarê rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, PDK-Sê got ku dê kar û daxwaz û hewl di rêya ENKSê , ofîs û saziyên wê yan jî di rêya PDK-Sê re bi awayekî raste rast ji bo danîna sînorekî ji kiryar û binpêkirinên berdewam ji aliyê girûpên çekdar ve dermafê gelê kurd berdewam bin, ku soz hene hin rêkar wern encamdan û çaksaziyek divê derbarê de were kirin.