Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta Newrozê peyamek belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta Newrozê peyamek belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta Newrozê peyamek belav kir

Bi minasebeta cejna newroz û ser sala nû ya Kurdî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî û kesûkarên serfiraz yên şehîdan dikim. Hêvî dikim sala xweşî û xweşgozeraniyê be bo gelê Kurdistanê.

Newroz her tim bo gelê Kurdistanê hîma, sembola azadî , vejîna jiyanê û serkeftinê bûye, lewre hêvî dikim ev newroza han bibe sedema bidest xistina tevahiya mafên gelê Kurdistanê, serkeftin bi ser tevahiya dijwarî û nexweşiyan de.

Liwir bi pêwîst dizanim spasiya xelkê Kurdistanê bikim bo bêhn fireyî û berxwedêriya ku raber kiriye, hevkar û alîkar bûye daku hikûmeta herêma Kurdistanê bikarêbe rûbirûyî qirîzan bibe.
Hêvî dikim ku hikûmeta fedralî jî tevahiya erkên xwe yên bo cîhbicîh kirina tevahiya xalên destûrî bicîh bîne, daku aramiya siyasî û abûrî li seraserê Îraqê were çespandin,
Daxwaz ji tevahiya welatiyan dikim ku pêbendî şîret û rêkarên tendirostî yên xweparêziyê bin, bi taybetî di rojên cejna newrozê de, bo ku bihev re kar bikin bo rûbirû bûna Koronayê, bo parastina selametiya civakê bi giştî û bi ser birina demeke xweştir.
Newroza we pîroz be, Kurdistan jî hertim awedantir û pêşkeftîtir be.