Li Idlbê bihtir ji 50 kesî bûne qurbaniya êrîşên balafirên Rêjîma Esed

Li Idlbê bihtir ji 50 kesî bûne qurbaniya êrîşên balafirên Rêjîma Esed

PDK-S: Balefrên şer yên rêjîma Esed û Rûsiya Idlib bombebarankirin û di encama êrîşên balefrên esmanê yên rêjîma Esed û Rûsiya de çendîn sivîl bûne qurbanî.

Berevaniya sivîl ya Idlib ragehand , ku roja Pêncşemê 14.3.2019, balefrên şer yên rêjîma Esed û Rûsiya çar êrîşên esmanî li ser Idlibê pêkanîn , û di encamê de 12 sivîl ku 7 zarok bûn jiyana xwe ji destdan , û 49 kesên din ku 19 jin û 6 zarok hebûn birîndarbûn .

Herweha berevaniya sivîl got , ku 9 kes ji yek malbatên ketbûne bin avahiyeke wêrankirî de , 5 ji wê malbatê hatine rizgarkirin .