Bi Melyonan Sûrî di metirsiya teqîna mayin û bombeyên çandî de dijîn

Bi Melyonan Sûrî di metirsiya teqîna mayin û bombeyên çandî de dijîn

PDK-S: Komîteyeke Navdewletî dibêje bi melyonan welatiyên Sûriyê di metirsiya mayin û teqemeniyan ji paşmayên şer de dijîn , û rûberek mezin li Sûriyê bûye zeviyên mayînan.

Komîteya Xaça Sora Navdewletî , di raporteke xwe de bi helkefta roja Cîhanî ya hoşdarîkirinê bi metirsiya mayinan ragehand, ku bêhtir ji 11.5 hezar kes li Sûriyê di metirsiya teqîna mayên çandî ji paşmayên şer de dijîn , û serbar kir û got, ku li tevaya bajar û bajarok û gundên li Sûriyê rojane bombe û mayinên çandî bi welatiyên sivîl de di teqin , û di encamê de kuştî û birîndar dikevin.

Weke heman komîteyê di heman raporta xu de eşker kiriye ku di encama teqîna mayin û bombeyên çandî de li Sûriyê bêhtir ji 12 hezar kes bûne qurbanî , ji wê hejmarê bi rêjeya 35% canê xwe ji dest dane , û 65% jî birîndarbûne .