Meha Adarê, meha xweşî û derdeseriyê ye

Meha Adarê, meha xweşî û derdeseriyê ye

Meha Adarê, meha xweşî û derdeseriyê ye
Şêxo Efrînî - Taybet bo malpera PDK-Sê

Meha Adarê, li ba kurdan meheke pîroz e, ku bi dehan serpêhatiyên dîrokî û bûyerên girîng rû dane, di heman demê de meha êş, derdeserî û xemginiyê ye, wekû çawa bûyerên xweş rû dane, bûyer û karesat jî rû dane. Ji bilî van herdu babet û mijaran, gelek kesayetiyên bibandor û navdar di vê mehê de ji dayîk bûne, yan jiyana xwe ji dest dane. Di vê gotarê de em ê hewl bidin, ji 1ê mehê ve ta dawiyê mehê hin bûyeran bi bîr bînin.
1ê Adarê

Di yekê Adara 1979an de, Kurdistanê kesayetiyeke tekoşer, xebatkar, pêşmerge û bavê netewa kurdî, Barzaniyê nemir ji dest da.

2yê Adara sala 1969an de, Mesrûr Barzanî, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye dunyayê.

4ê Adara 1193yan, Selehedînê Eyûbî, kesayetiya dîrokî kurdî çûye ber dilovaniya Xwedê.

5ê Adara 1991ê çirûska raperîna gelê kurd li Başûrê Kurdistanê dijî rêjîma Basa Iraqî dest pê kir.

6ê Adara 1975an, rêkeftina Cezaîrê li dijî şoreşa Barzaniyê nemir hat îmzekirin, û şoreş têk da.

7ê Adara 1991ê bajarê Silêmaniyê rizgar bûye.

8ê Adara 2013an, PYDê komkujiyek di dermafê gundê Burc Ebdela yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê de encam da, tê de 4 welatî şehîd kirin, ku ji dema deshelatdarî ji rêjîma Sûriyê wergirtiye, kar li ser qirkirina û tunekirina şoreşa Sûriyê kir.

8ê Adara ji her salê roja jinan ya cîhanî ye, sala 1975an Netewên Yekgirtî dan pê kir.

9ê Adara sala 1989an hunermendê navdar yê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şêxo li Qamişlo koça dawiyê kiriye.

10ê Adara her salekê roja kincên kurdî )Cilûbergên kurdî( ye ku di sala 2003yan de perlemana Kurdistanê pesend kir.

11ê Adara 1970î, rêkeftina 11ê Adara hat îmzekirin, tê de dan bi qewareya herêma Kurdistanê hat kirin. Di heman rojê sala 1991ê de bajarê Hewlêrê hat rizgarkirin.

12ê Adara 2004an raperîna 2004an li Rojavayê Kurdistanê dijî rêjîma Basa Sûriyê dest pê kir.

14ê Adara 1903yan jidayîkbûna Barzaniyê nemir e. Heman rojê ji sala 1991ê bajarê Duhokê hat rizgarkirin.

16ê Adara 1988an komkujiya Helebçayê ye, ku bi destê rêjîma Sedam ve hat encamdan, tê de 5000 sivîl şehîd bûn. Di heman rojê ji 2004an de raperîna 12ê Adarê li Efrînê û taxên kurdî li Helebê dest pê kir.

18ê Adara 2018an karesata Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, di wê rojê de Turkiyê û komên opozisyona Sûriyê bi fermî ragihandin ku herêma Efrînê ji bilî 12 gundan li navçeya Şêrawa xistine di bin destê xwe de, di şer de bi hezaran ji sivîl û ciwanên kurd şehîd bûn.

20î Adara 2008an li bajarê Qamişlo, ji ber şahiya şêniyên Qamişlo bi hatina Newrozê, 3 ciwanên kurd bi navên: Mihemed Zekî Remezan, Mihemed Yehya û Mihemed Mehmûd Hisên, bi destê hatin gulebarankirin û şehîd bûn. Di heman şevê de li taxa Muftî ya Hesekê du terorîstan xwe di nava ahengên şahiyên Newrozê de teqandin, di encamê de 54 sivîl şehîd bûn û 183 kes jî birîndar bûn.

20î Adar şeva Newrozê ye li her bajar û bajarokekê Kurdistanê û cîhanê, agir tê vêxistin, bajarê Akrê yê Başûrê Kurdistanê bi paytexta Newrozê tê naskirin, ji ber ku salane şêniyên wî bajarî bi şêweyekî balkêş wê şevê vedijînin û bi darên agiran hildikişin serê çiyan.

21ê Adarê Newroza kurdî ye. Sala 625 beriya zayînê Key Xesro şahê împeratoriya Mîdiya deshelatdariya Aşûriyan şikand. Di heman rojê sala 1985an de, li Şama paytexta Sûriyê, cemawerê kurd xwepêşandanek li dijî rêjîma Bas li dar xist, tê de banga danpêdana bi cejna Newrozê kir, lê rêjîmê bi guleyan serederî kir, di encamê de ciwanê kurd Silêman Adî şehîd bû, ta niha wekû yekem şehîdê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin. Piştre rêjîma Sûriyê neçar bû roja 21ê Adarê bike bêhnvedan -Pişû- lê dîsa jî ne li jêr navê Newrozê, lê belê cejna Dayîkê destnîşan kir. Her di heman rojê sala 1991ê de bajarê Kerkûkê hat rizgarkirin.

23ê Adara 2002yan helbestvanê navdar Seydayê Têrîj koça dawî kir.

31ê Adara 1946an de serokê komara Kurdistanê tekoşer Qazî Mihemed ji aliyê rêjîma Îranî ve hat bidarvekirin, û şehîd bû. Ku beriya wê bi 11 mehan komara Kurdistanê hatibû ragihandin.