Di encama teqîna bombeyekê de Zarokek li navenda bajarê Efrînê birîndar bû

Di encama teqîna bombeyekê de Zarokek li navenda bajarê Efrînê birîndar bû

PDK-S: Mayinek ji aliyê kesêne nenaskirî ve li ser filkeya Newroz li navenda Efrînê hate avêtin û di encamê de ziyanên madî û canî ketin.

Hat belavkirin ku roja Şemiyê 24. 04. 2021, bombeyek destikî li filkeya Newroz ya navenda bajarê Efrînê teqiya û di de encamê zarokek birîndarbû û jibo nexweşxaneyê hate veguheztin.

Jêderê got, ku ew bombe ji aliyê hin kesên nenas ve hate avêtin li ser navenda bajêr û zarokek birîndar bû û jibo nexweşxaneyê hate veguheztin serbarî ziyanên madî yên gehiştî derdora cihê teqînê, û ta weke neha jî nasnameya wan kesên bombe avêtin nehatiye eşkere kirin.