Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa DAIŞê de peyamek belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa DAIŞê de peyamek belav kir

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa şeva din a terorîstên DAIŞê peyamek belav kir:
Mixabin şeva derbasbûyî di encama êrîşên terorîstên DIŞIê de bo ser hêzên pêşmerge li sînorê devera Pirdê de, çend pêşmergeyek şehîd û birîndar bûn, sersaxî didim malbeta şehîdan û xwe bi hevparê xema wan dizanim.

Weke çend caran me diyar kiriye, DIŞI mişxûlî xwe organîzekirine, hîn jî gef û metirsiyeke rastîne li çend deverên Îraqê, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê, terorîstên DIŞIê fêde ji valatiya ewlekarî yaku li wan deveran haye werdigire.

Lewre tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina hemahengiya ewlekarî yaku di navbera wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê de heye dikin, herwiha berdewamiya perwerde kirin û hevkariyên hevpeymaniya cîhanî ya bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û ji nav birina wan ya hertimî û nehêştina metrisî û gefên terorîstên DIŞIê bo ser herêma Kurdistanê û Îraqê bi temamî gelek girînge.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
1/5/2021