Xebatkar Mihemed Nezmî Hemêkê koça dawî kir

Xebatkar Mihemed Nezmî Hemêkê koça dawî kir

PDK-S: Endamekî Encûmena şaxî ya PDK-Sê, li navçeya Raco ya bi ser Efrînê koça dawî kir.

Îro Sêşemê 11. 05. 2021, kesayeta niştîmanî û kurdperwer Mihemed Nezmî Hemkê endamê encûmena şaxî ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, û cêgirê encûmena Raco ya xwecehî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê piştî pêketina wî bi vayrosa Koronayê koça dawî kir.

Kerdperwer Mihemed Nezmî Hemkê ji gundê Etmanlî yê bi ser navçeya Raco li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve ye, endeziyarê Mîkanîk bû, û ji ber xebata wî ji kar hate dûrxistin bi behaneya ku metirsiyê li ser ewlehiya dewletê çêdike , û temenê 70 salî de piştî xebateke dirêj di ber doza kurdî de dilê wî rawestiya û koça dawî kir.