ENKSê daxuyaniyek derbarê binçavkirina Ebdulxefar Mihemed belavkir

ENKSê daxuyaniyek derbarê binçavkirina Ebdulxefar Mihemed belavkir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê binçavkirina Ebdulxefar Mihemed endamê komîteya herêmî ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê belav kir .

Di daxuyaniya xwede Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê got, ku roja Înê 21. 05. 2021, demjimêr 8ê êvarî Ebdulxefar Mihemed endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hate binçavkirin.

ENKSê gotjî, ku dema Ebdulxefar ji aliyê çekdarên PYDê ve hate binçavkirin hevjîna wî li gel bû, û Ebdulxfear li gel otombêla wî berev Çil Axa ve birin , û hevjîna wî li ser cadeyê bi cih hiştin.

Herweha ENKSê got, ku beriya niha û li rêkefta 28. 03. 2021an Ebdulxfear ji aliyê çekdarên PYDê ve hatbû binçavkirin , û ji ber karê wî di PDK-Sê de gef lê hatbû kirin.

Di daxuyaniya xwede Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ev kiryara teroristî îdanekir, û got ev core kiryar nakevne xizmeta danûstandinên kurdî de , belku ziyanê bi danûstandinan dighîne, û ENKSê di daxuyaniya xwede daxwaza serbest berdana Ebdaluxfar kir.