Xwecehiya Serê Kaniyê ya ENKSê civîna xwe li bajarê Amûdê encam da

Xwecehiya Serê Kaniyê ya ENKSê civîna xwe li bajarê Amûdê encam da

PDK-S: Li bajarê Amûdê encûmena xwecehiya bajarê Serê Kaniyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê roja Yekşemê 30 Gulana 2021an, civîna xwe ya asayî lidarxist û serokekî nû û du cêgir jêre hatin hilbjartin.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê encûmena xwecehiya bajarê Serê Kaniyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê civîna xwe ya asayî li nivîsgeha encûmena xwechiyê li Amûdê lidarxist.

Di civînê de behsa rewşa siyasî li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kirin herweha behsa danûstandinên Kurdî - Kurdî û rewşa derbiderên Serê Kaniyê jî hate kirin.

Mihemed Bedro weku serokê encûmenê hate hilbjartin û Cemal Se'îd û Firyal Mihemed weku cêgirên serokê encûmena xwechiya bajarê Serê Kaniyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hatin hilbjartin.