Xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê civîna xwe ya asayî lidar xist
PDK-S: Xwechiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê , roja Sêşemê 01. 06 2021, civîna xwe ya asayî li ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya lidar xist.
di civînê de jî behsa hejmarek ji mijarên girêdayî bi danûstandinên Kurdî - Kurdî û rewşa rêxistinê kirin.
Di vê derbarê de Zehra Ehmed endama Emîndariya Giştî ya ENKSê ji malpera PDK-Sê re ragihand ku xwecihiyê civîna xwe ya normal li dar xist tê de rewşa siyasî li ser asta Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî rawestiyan.
Da zanîn jî ku beşdarbûyan behsa danûstandinên kurdî kurdî navbera ENKSê û PYNKê de kir, herweha ameja bi hin babetên rêxistinî yên girêdayî bi xwecihiyê hat kirin.