Bereya Aştî û Azadiyê êrîşa çekdarên PKKê li ser Pêşmergeyan şermezar kir

Bereya Aştî û Azadiyê êrîşa çekdarên PKKê li ser Pêşmergeyan şermezar kir

PDK-S: Bereya Aştî û Azadiyê daxuyaniyeke şermezariyê derbarê êrîşa PKKê li ser hêzên pêşmerge belavkir.

Di daxuyaniya Bereya Aştî û Azadiyê de wisa hatiye.

Di 05 Hezîrana 2021, û di kemînekê de ji aliyê PKKê li çiyayê Metîna li Amêdiyê li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê ji bo dewriyeke pêşmergeyan hatbû çêkirin, di encamê de pênç pêşmerge û hejmareke din birîndarbûn.

Ev êrîş binpêkirineke ji ewlehî û silametiya gelê Kurdistanê re, Herêma Kurdistanê himbêza xwe ji rojên yekem ji şoreşa Sûriyê ve vekir, û pêşwazî li penaberên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve kir.

Em di Bereya Aştî û Azadiyê de hevdemê ku em vê êrîşa PKKê ya li dijî pêşmergeyan şermezar dikin, em li tenşit Herêma Kurdistanê radwestin.

Em şîna serok Mes'ûd Barzanî û serkirdayetiya serokatî û hikûmeta Herêmê û kes û karên şehîdan herweha gelê Herêma Kurdistanê dikin.

Û Bang li PKKê dikin daku rêzê li zagonên Herêma Kurdistanê û di bin tu behaneyekê de xwe neke di karûbarên navxweyî yên Herêmê de û zirarê neghîne berjewendî û ewlehî û silametiya gelê Kurdistanê.