SRKS daxwaz ji PYDê kir yekser rojnamevanln revandî serbest berde

SRKS daxwaz ji PYDê kir yekser rojnamevanln revandî serbest berde

PDK-S: Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriya ddaxuyanyekê de daxwaz ji peyedê kir rojnamevanên revandî serbest berde wberpirsayetya slametya wan îxiste di stûyê peyedê de.

Di daxuyaniya xwe de roja Yekşemê 18. 07. 2021, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriya got , ku çekdarne devnuxmandî ser bi PYDê ve 3ê rojnamevanên kurd Izedîn Mela birêveberê Rojnameya Kurdistan li Qamişlo, Berzan Leyanî peyamnêrê dezgeha ARK ya medyayî û medyakar Mihemed Salih Ehmed peyamnêrê berê yê Kurdistan T.V û endamê sendîkeyê serbarî Mihemed Eyo endamê desteya rawêjkariyê ya PDK-Sê revandin, û yekser medyaya PKKê dest bi belavkirina gotegot û nuçeyên derûyîn di dermafê wan de belav kir ,û got tometine cenayetî êxiste distûyê wan de , lê her kes dizane, ku tomet derewe û bi tenê bi sedema helwêstên wan yên siyasî ne.

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriya di daxuyaniya xwe de got, ku em ji aliyê ku hevalên me revandine dixwazin wan yekser berdin û silametiya jiyana wan û rawestandina van kiryarên terorî jî ji heman alî tê xwestin.