Rêxistins Peyamnêrên bê sînor revandina 3ê Rojnamevanên Kurd ji aliyê PYDê ve şermezar kir

Rêxistins Peyamnêrên bê sînor revandina 3ê Rojnamevanên Kurd ji aliyê PYDê ve şermezar kir

PDK-S: Rêxistina Peyamnêrên bê sînor derbarê revandina 3ê rojnamevanên kurd ji aliyê çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde bi tundî girtina 3ê rojnamevanên kurd îdane û şermezar kir .

Rêxistina Peymanêrên bê sînor weha di daxuyaniya xwe de dibêje li rêkefta 17 Tîrmeha 2021 çekdarên PYDê lbajarê qamişlo yê rojavayê kurdistanî her yek ji rojnamevan Izedîn Mela rêvebrê rojnameya Kurdistan ya rojane , û peyamnêrê kenala ARK Berzan Hisên , û Mihemed Saalih peyamnêrê berê yê kenala Kurdistan revandin û heta niha çarenivîsa wan ne dyare .

Di vê derbarê de rêxistina navhatî di daxuyaniya xwe de bi tundî ev kiryara ku derheqê 3ê rojnamevanên kurd ji aliyê çekdarên PYDê ve hatiye encamdan îdane û şermezar kir .