Çekdarên Ciwanên Şoreşger Ofîsa ENKSê li Amûdê şewitand

Çekdarên Ciwanên Şoreşger Ofîsa ENKSê li Amûdê  şewitand

PDK-S: Çekdarên Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve li Rojavayê Kurdistanê di kiryarên xwe yên terorîstî de berdewamin herî dawî jî êrîşkirina wan ser ofîsa Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li bajarê Amûdê .

Roja Sêşemê 15. 12. 2020, çekdarên Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve êrîşî ofîsa ENKSê li bajarê Amûdê kirin , û ofîs û tevaya kel û pelên di nava wê de şewtandin .

Roja Duşemê 14. 12. 2020, bi heman şêweyî Ciwanên Şoreşger êrîşî ofîsa xwecehiya Dirbêsiyê ya ENKSê kirin , û ofîsa rojavayê Qamişlo ya PDK-Sê kirbûn û bi temamî herdû ofîs şewtandibûn , ku ziyan bi tenê madî bûn bê ku tu ziyanên canî hebin .