Peyama Serok Barzanî ya li 75. salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya li 75. salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya li 75. salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta heftih û pêncemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû kadîr û endam û alîgirên Partî dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji bo wan dixwazim.

Damezrandina Partî li şanzdehê tebaxa 1946 da zerûreteke dîrokî bû ji bo berdewamiya xebat û berxwedana gelê Kurd ya li wê demên ku neyar û dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewla nehiştina şoreş û serhildana gelê Kurd didan. Partî her li destpêka damezrandinê ve heta niha amrazek buye ji bo pêkanîna armanca demokratî û niştîmanî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û li heman demê de jî mil bi milê li gel hêzên têkoşer û niştimanperwerên dinê Kurdistanê amrazên bergirîkirinê buye li maf û nasnameya gelê Kurdistanê ya li hemû qonaxan da.

Xebata Partî fakterê girîng û bi bandor li dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de pire li evraz û nişêvî û Partî beşdareke serekî li serkeftin û destkeftan buye û li qonaxên dijwar da herdem xwe bi berpirs zaniye. Li hemû qonaxan da Partî wekî amrazek buye li destê gelê Kurdistanê de ji bo mîsogerkirina maf û destkeftan û kûrtirkirina fireh alî û birayetî û pêkvejiyanê û rola xwe ya pêşeng li hemû warên jiyana siyasiya Kurdistanê de parastiye.

Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo perçeyên dinê Kurdistanê jî cihê hêvî û serhildanê bû û ji dayikbûna Partî destpêkeke nû bû ji bo têkoşîn û xwe radestnekirin û nehiştina bêhêviyê. Cihê şanaziye Partiya Demokrata Kurdistanê xwe bi tu îdeolojiyeke teng û hizrî ya şovenî û tundiyê ve girênedaye û buye sêwanek ji bo wê yekê ku hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê li bin da kombibin û eve bi xwe destkefteke bêwêne û serdemiyane bû li pêşketina hizra siyasiya li Kurdistanê da. Partî herdem hilgirê peyama aştiyê bûye û berdewam jî amade bûye ji bo berevanîkirina Kurd û Kurdistanê.

Di dema niha de aramî û parastina Kurdistanê û bihêzkirina pêkvejiyan û aramî û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhat û aliyên siyasiyan û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ewlewiyeta serekiya siyaseta Partî ye. Her wiha Partî tekez li wê yekê dike ku doza rewaya gelê Kurdistanê pêwîste li rêya aştî û hevdû têgihîştinê û dawiya bi zimanê înkar û xwesepandinê bêanîn û bê çareser kirin. Di derbarê rewşa Iraqê jî mixabin ew sedemên ku bûne hokarên serhildana teror û nearamiyê hê jî mane. Her li vî warî de ez bawerim hilbijartinên paşerojê ya Iraqê dikarê bibe dergeheke baş ya ji bo nûbûna proseya siyasî û çespandina îradeya welatiyan ya ji bo gûhertin û gihîştina bi aramiyê.

Li vê salvegera pîroz da pêwîste hemû partî li asta mezinahiya dîrokê û qurbanîdana partiyên xwe bin û tu demekê ewe ji bîra wan neçê ku Partî(PDK) partiyeke xwediyê dozekêye û xwediyê rêbaza Barzanî ye û bi navê rizgarî û xizmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Pêwîste ji berê bihêztir rûbirûyê gefan bibe û derfetan jî ji bo bihêztirbûna Kurdistanê bikarbînin û erkê xwe ya ji bo pêşxistina avadanî û pêkvejiyan û tebayî ya Kurdistanê, bi baştirîn awayî encam bidin.

Mesûd Barzanî
16.08.2021