Pirtûka Serok Barzanî bo zimanê Fransî hat wergerandin

Pirtûka Serok Barzanî bo zimanê Fransî hat wergerandin

PDK-S: Du mamosteyên zimanê Fransî yên li Zanîngeha Selahedîn, pirtûka "Bo Dîrokê" ya Serok Mesûd Barzanî bo zimanê Fransî wergerandin. Armanca çapkirina vê pirtûkê bi zimanê Fransî ew e ku li ber destê nivîskar û lêkolînerên Fransî ku bixwazin li ser Kurdan binivîsin, çavkanî û belgeyeke girîng hebe.

Mamoste Bextiyar Husên yek ji wan mamosteyan e ku bûye neh meh piraniya demên xwe ji bo wergerandina pirtûka Bo Dîrokê terxan kiriye û dibêje ku ew ligel hevalê xwe pirtûka Serok Barzanî bo zimanê Fransî wergerandiye.

Mamoste Ebdulcebar Salih jî, ku ligel mamoste Bextiyar Husên pirtûk wergerandiye, behsa armanca wergerandina pirtûka Bo Dîrokê kir û got: “Armanca me ya wergerandina pirtûka Bo Dîrokê bo zimanê Fransî ew e ku çavkanî û belgenameyeke girîng bixin ber destê nivîskar û lêkolînerên Fransî ku dixwazin li ser Kurdan binivîsin û lêkolînan li ser Kurdan bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku beriya salekê pirtûka Serok Barzanî bi dirûşma "Em serê xwe natewînin" bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî hatin çapkirin û niha bi zimanê Fransî 2 hezar heb hatine çapkirin.
K24