Amarên Rawangeha Sûriyê: Di meha bûrî de 71 sivîl canê xwe ji dest dane

Amarên Rawangeha Sûriyê: Di meha bûrî de 71 sivîl canê xwe ji dest dane

PDK-S: Li gorî amarên rawengeha Sûriyê ya mafên mirovan, ku tenê di meha bûrî de 71 sivîl canê xwe ji dest dane.

Rawengeha Sûriyê ya mafên mirovan li ser rûpela xwe belavkir , ku ji destpêka kirîza Sûriyê ve hejmara qorbaniyan di meha bûrî de ya herî kêm bû , ku hejmara wan 71 sivîl bû, ku 27 ji wan hatine terûrkirin, û 15 kes di bûyerên teqîna bombeyên çandî de canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên rawengeha navbûrî, ku hejmara çekdarên rêjîma Sûriyê yên di meha bûrî de hatine kuştin 89 çekdar e.