Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fransayê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fransayê kir

PDK-S: Êvariya roja yekşem 29.09.2021 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serok Emmanuel Macron Serokê Fransa û şandeke li gel da kir ku ji Wezîrê Derveyê Fransa û Balyozê Fransa li Iraqê û Konsolê Fransa li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên siyasî û serbaziyên Hikûmeta Fransayê pêkhatibûn.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina germ ya Serok Macron spasî gel û welatê Fransayê kir ku li têkşikandina Da'îş da palpiştê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn û ewe bi dîrokeke hevbeşiya şerefmendaneya di navbera her du gelan de da zanîn. Serok Barzanî ewe jî xisterû ku gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyane û Da'îş nekarî wê çandê ji gelê Kurdistanê bistîne û nekarî li nav civaka Kurdistanê da ji bo xwe pêgehek dirust bike. Serok Barzanî spasî hewlên Serok Macron ya ji bo yarmetîdana Iraqê kir û ragihand ku ev hewl cihê geşbîniyêne.

Her li vê hevdîtinê de Serok Macron ragihand ku "Min xwest Serok Barzanî bibînim ji bo dûpatkirina rêz û dostayetiya di navbera du gelan û berdewambûna pêgiriya Fransa bi şerê terorîstên Da'îş". Eve jî xisterû ku Pêşmerge bi wêrekane şer kir û bû bi çavkaniya îlhamê û eve bi xwe waneyeke ku yarmetîdana biyanî bi bêyî hebûna cengawerên bi wêrek yên li ser erdê ser nakevê. Her di derbarê gefên terorîstan Serok Barzanî eve jî bi Serokê Fransa ragihand ku gefa terorê hê jî maye ji ber ku ew sedemên bûne hokara serhildana teror û tundiyê hê jî mane.

Her li vê civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexda û giriftên li ber proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê guftûgo kirin û her du alî hêvî xwestin ku hilbijartinên Iraqê bibê amrazeke baş ya dirustbûna guhertin û pêşveçûn û pêkanîna xwest û îradeya welatiyan.

Rewşa Şingal û Rojavayê Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî dilgiraniyên xwe yên li ser paşeroja Kurd li Sûriye bi Serok Macron gihand.

Piştî temambûna wê civînê Serok Barzanî peykerê Pêşmergeyê wekî hêmaya berxwedana gelê Kurdistanê li beranber terorê pêşkêşî Serok Macron kir û Serokê Fransa jî diyariyeke taybetî ku hêmaya Komara Fransaye pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Paşê Serok Barzanî li gel Serok Macron hevdîtina malbata Şehîd Hucam Surçî û polek Pêşmergeyên jin yên hêzên Zêrevaniya Herêma Kurdistanê kirin.