Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa kir

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa kir

PDK-S: Roja sêşem 07.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Josep Borrell Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Ewrupayê kir.

Li hevdîtinê de Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Ewrupa pesnê rola Serok Barzanî ya li dîroka xebata gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê kir û ragihand ku agahdarî têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ne. Her wiha pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan û pêşwazîkirina sedan hezar koçber û penaberan de hebû. Eve jî xisterû ku asayîş û azadî û xweşguzeraniya gelê Kurdistanê ya ji bo Yekîtiya Ewrupa girîngiyeke xwe ya taybetî heye û palpiştiya Yekîtiya Ewrupayê ya ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir.

Her li vê civînê de Serok Barzanî spasî hevpeymanan kir ku li şerê terorîstan da yarmetiya gelê Kurdistanê dane û tekez jî li wê yekê kir ku her mîlletek îradeya berxwedanê hebê ewe yarmetiya dost û hevpeymanan jî bandoreke baş dibê.

Gefên terorîstên Da'îş mijareke dinê vê civînê bûn û Serok Barzanî sedemên serhildana Da'îş ji bo şanda mîhvan şîrove kir û tekez jî li wê yekê kir ku gefa teror û Da'îş hê jî her maye ji ber ku sedemên dirustbûna Da'îş hê jî mane û nehatine çareser kirin. Serok Barzanî eve jî ragihand ku çanda dewlemenda pêkvejiyanê ya li nav gelê Kurdistanê rêgir buye ku terorîst bikarin li nav gelê me da pêgehek ji bo xwe dirust bikin.

Li dirêjahiya vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û her du alî hêviya wê yekê xwestin ku hilbijartineke paqij û bêkêşe birêvebiçê û encamên wê bibin sedema guhertin û aramî û pêkanîna xwestên welatiyan.