7 sal li ser şehîdbûna 5 pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin
PDK-S: 7 sal li ser şehîdbûna 5 Pêşmergeyên Leşkerê Roj, li dijî rexistina DAIŞê li Herêma Kurdistanê derbas dibin.
Di 16/9/2014an de 5 ji Peşmergeyên Roj ji efser û peşmerge li dijî rexistina DAIŞê li devera Hesen Şam li gundê Sêfdîn şehîd bûn.
Navê pakrewanan ev in:
Şehîd Aqîd Beşîr Ehmed Hogir ji Bakurê Kurdistanê, şehîd Neqîb Comerd Mişo ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê, şehîd Mustafa Cercîs ji Başûrê Kurdistanê, şehîd Delîl Ehmed Elî Mhemed ji Tirbespiyê _ Rojavayê kurdistanê, şehîd Silêman Hemza Hacî ji Tirbespiyê _ Rojavayê Kurdistanê.
Di sala 2014an de Herêma Kurdistanê rastî şerekî giran ji aliyê rexistina DAIŞ ya terorî ve hat tê de bi sedan ji DAIŞê hatin kuştin û hijmarek ji Pêşmergeyan şehîd bûn di nav wan de Pêşmergeyên roj jî hebûn.