Tirkiya deme derkirina penaberên Sûrî yên netomarkirî dirêj kir
PDK-S: Wezareta navxoya Tirkiya ragehand, ku dema derkirina penaberên Sûrî yên netomarkirî li Istanbolê hate dirêjkirin .
Silêman Siwîlo wezîrê navxoya Tirkiya ragehand, ku ew penaberên Sûrî yên li Istanbolê dijîn , û heta weke niha nehatine tomarkirin , karin heta rêkefta 20.010. 2019, xwe tomar bikin , û ewê xwe tomar neke wê ji Tirkiyê were derxistin.
Herweha Siwîlo da zanîn, ku amadekarî ji bo tomarkirina penaberên Sûrî li parêzgehên din yê Tirkiya hate kirin , û bi tenê parêzgeha Entaliya penaberên Sûrî lê nayêne tomarkirin .