Serokê Xwecehiya ENKSê ya gundê Tel Cemalê yê gundarê Dêrikê koça dawî kir

Serokê Xwecehiya ENKSê ya gundê Tel Cemalê yê gundarê Dêrikê koça dawî kir

PDK-S: Li Rojavayê Kurdistanê Ibrahîm Hacî Mûsa serokê xwecehiya Tel Cemalê ya gundewarê Dêrkê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, roja Pênşema bihûrî di encama kirîzeke dil de li Şama paytexta Sûriyê koça dawî kir .

Roja Înê 19. 11. 2021, termê Ibrahîm Hacî Mûsa ji Şamê hate veguheztin bo zêdê wî li gundê Tel Cemalê yê ser bi bajarokê Girkê Legê ve û bi beşdariya kadir, endam ê serkirdayetiya PDK-Sê û xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê û kesayetên Niştmanî, civakî, Olî û xelkê gund û kesûkarên wî bi xak hate spartin.

Di merasîman de, Ebidulkerîm Mihemed berpirsê rêxistina giştî ya PDK-Sê gotarek pêşkêş kir têde behsa xizmet û rola Ibrahîm Hacî Mûsa û beşdariya wî di bûne û helkeftên civakî û Niştîmanî de kir.