Wezîrê Derve yê Fransayê spasiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê kir

Wezîrê Derve yê Fransayê spasiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê kir

PDK-S: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyvendiyekî telefonî ji aliyê Wezîrê Derve yê Fransayê ve geheşt wî û herdu alî di wê pêwendiya telefonî de hemraman bûn ku koçber bûne qurbanê dest bazirganên mirov û qaçaxçiyan û ev yek lîstokekî siyasî ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian pêwendiyekî telefonî pêkanîn û di wê pêwendiya telefonî de rewşa koçberên ser sînorê Belarus û Polonyayê û beşdarî û mayîna Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn hate guftûgo kirin.

Derbarê rewşa koçberan de jî herdu alî hemfikr bûn ku ew koçber bûne qurbanê dest bazirganên mirov û qaçaxçiyan û ev yek lîstokekî siyasî ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku bi vegerandina sedan koçberan bo Herêma Kurdistan û Iraqê û amadebûna hikûmeta herêma Kurdistanê ya ji bo her alîkarî û hemahengiyekî pêwîst di wegerandina bi dil a wan koçberên mane de nîşan da. Herwaha daxwaz ji wezîrê derve yê Fransayê kir ku rola xwe ya gehandina hewarçûna wan koçberên asê mane de bilîzin.

Wezîrê derve yê Fransayê derbarê wan tewanbarên bazirganên mirovan de jî pesnê wan tedbîran da, ku ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine wergirtin û spasiya serokê hikûmetê jî kir, ku bilez li gel berpirsên hikûmeta federal a Iraqê welatên Yekitiya Ewrupa hemahengî kir û hewla çareser kirina wan pirsgirêkan da.

Serokê hikûmetê û wezîrê derve yê Fransayê rêkeftin li ser wê yekê ku tîmeke teknîkî j Parîsê ve dê serdana Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike, ji bo dûvçûn û wergirtina tedbîrên pêwîst.

Herdu alî hemfikr bûn li ser giringiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya di navbera herdu aliyan de.