ENKSê binpêkirinên çekdaran li Efrînê bi tundî şermezar kirin

ENKSê binpêkirinên çekdaran li Efrînê bi tundî şermezar kirin

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di daxuyaniyekê ku duh 28ê Mijdara 2021ê de hatiye belavkirin, kiryar û binpêkirinên komên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin, û banga danîna sînorekê ji binpêkirinan re kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe ya ku ji raya giştî re belav kiriye tê de gotiye: Çekdarên ser bi Ebû Emşe ve di rêkefta 24ê Mijdara 2021ê de girtin ser bi koneke şînê li navçeya Şiyê ku li pêş mala welatiyê bi navê Mustefa Xelîl Şêxo hatibû vedan, û li beşdarbûyên merasîmên şînê de kirine, dan û telefonên wan desteser kirin, herweha Xelîl Mustefa Şêxo, Ebdulrehman Şêxo û Emar Silêman Şêxo binçav kirin.

ENKSê daye zanîn: Sedema wê yekê ew e, ji ber ku komîta vegerandina mafan 300 tenekeyên zeyta zeytûnan ku komên çekdar li ser şêniyên navçeya Şiyê sepandibûn vegerandin, li aliyekî din çekdarên Mihemed Fatih di rêkefta 12 Mijdarê de welatiyê kurd Serbest Ekaş li gundê Memila yê ser bi navçeya Raco ve binçav kirin, û polîsên leşkerî girtin ser mala hin welatiyên li navenda bajarê Efrînê û her yek ji Azad Cemîl Nebo û Şîraz Ebûd Xilûsî binçav kirin.

Emîndariya giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de bi tundî tawan û kiryarên tirsandinê yên di dermafê şêniyên Efrînê de, ji aliyê komên çekdar ve têne encamdan şermazar kirin, nexasim çekdarên bi ser Ebû Emşe ve, ku bi encamdana kiryarên terorisît, sifkatîkirina welatiyên kurd û sepandina bacan têne naskirin.

ENKSê banga serbestberdana hemû girtiyan kir û bang li rêxistinên mafê mirovan û Civaka Navdewletî kir ku destêwerdanê bikin, bi taybet Turkiyê ku hêza xwe destê xwe daniya ser herêmê da ku binpêkirinên kirêt û tund rawestînin ku bi şêweyekî berdewam ji aliyê çekdaran ve têne encamdan, mebest jê ew e ku xelkê neçar bikin ku berê wan bidin koçberiyê, ew ji ber berdewamiyeke ji projeya guhertina demoxragiya herêmê re ye, ku bi şêweyekî berçav ew proje bi rê ve diçe.