Nûnerê Serok Rûsiya wê serdana H.Kurdistanê bike

Nûnerê Serok Rûsiya wê serdana H.Kurdistanê bike

PDK-S: Nûnerê taybet ê serokê Rûsiya wê serdana Herêma Kurdistanê bike, û li gel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê wê bicive.

Li gorî ku hatiye ragihand Mîxaîl Bogdanof nûnerê taybetê serokê Rûsiya bo Rojhilata Navîn, û cîgirê wezîrê derve yê Rûsiya wê di 1ê meha Berçileya 2021 de serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsyarên Herêma Kurdistanê bicive.

Weke hatiye zanîn Bogdanof wê li gel serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, û Mesrûr Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Di civînan de peywendiyên Hewlêr û Mosko, û pêşvebirina peywendiyan navbera Rûsiya û Herêma Kurdistanê, û bazirganî navbera herdu aliyan de wê werne gotûbêjkirin.