Zaxo… Qayimmeqamê Zaxoyê serdana ofîsa PDK-Sê kir

Zaxo… Qayimmeqamê Zaxoyê serdana ofîsa PDK-Sê kir

PDK-S: Roja Çarşemê 22. 12.2021, Qayimmeqamê Zaxoyê serdana ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê kir.

Mûşêr Gulê qayimqamê Zaxo û Silêman Elî endamê leqê 8 û berpirsê komîta xwecehiyê ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan seredana ofîsa PDK-Sê kirin.

Û ji aliyê endamên serkirdayetiya rêxistina Zaxo ya PDK-Sê pêşwazî li wan hat kirin.

Û behsa hejmarek ji dozan li ser asta Kurdistanê û êş û azarên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li qezaya Zaxo dimînin kirin.

Ji aliyê xwe ve qameqamê Zaxo tekez kir, ku ew amade ne alîkariyan di çarçoveya yasayê de pêşkêşî penaberên Rojavayê Kurdistanê bikin da ku êş û azarên wan sivik bikin.