Xwenîşandanek li dijî PYDê li Qamişlo hat lidarxistin

Xwenîşandanek li dijî PYDê li Qamişlo hat lidarxistin

PDK-S: Xwenîşandaneke berfereh li dijî Partiya Yekîtiya Dîmoqratîk PYDê li nava bajarê Qamişlo hat lidraxistin.

Duh Yekşemê 24.03.2019, dewriyeke çekdarên PYDê êrîşî dukaneke veguhertina pereyan li bajarê Qamişlo bi behaneya nûnekirina moletê kir, û komek pere li gel xwedanê dukanê revandin.

Ew êrîşa PYDê bû cihê nerazîbûna welatiyan û dukandaran jiber wê yekê xwenîşandaneke nerazîbûnê li nava bajarê Qamişlo hat lidarxistin piştre PYDê neçar bû xwediyê wê dukanê serbest berde.

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê neçar dibin kaxez û belgeyên xwe ducara berhevbikin carekê ji bo rêjîmê û carekê ji bo PYDê û ji bo wê yekê rastî gelek gefan tên.